Sekreterê Serokdewletê berê yê Iraqê Seddam Huseyîn Abid Hemîd Mehmûd hat darvekirin.
Wezareta Dadê ya Iraqê ragihand ku cezayê darvekirinê di sala 2010 de li sekreterê Seddam Abid Hemîd Mehmûd hatibû birîn û îro hatiye pêkanîn.
Abid Hemîd Mehmûd piştî Seddam û kurên wî Uday û Qusay, weke zilamê çaremîn ê rejîma Baas dihat nasîn.
Mehmûd sekreterê taybet ê Seddam û di heman demê de jî berpirsê parastina wî bû. Di hezîrana 2003 de hat binçavkirin û girtin. Mehmûd di sala 2010 de hat darizandin û ji ber komkujiya li hemberî Şiiyan cezayê dervekirinê lê hat birrîn.