Selma Irmak tevlî merasima cenazeyê bavê xwe dibe

Selma Irmak tevlî merasima cenazeyê bavê xwe dibe

Bavê Parlementera BDP’ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmak Yusuf Irmak duh ji ber nexweşiya penceşêra kolonê jiyana xwe ji dest da. Irmak dê tevlî merasima cenazeyê bavê xwe bibe.

Piştî bavê Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmak jiyana xwe ji dest da parêzerên wê serî li dozgeriyê dabûn û encama serlêdanê aşkera bû. Dozgeriyê destûra da ku Irmaka Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin tevlî merasima cenazeyê bavê xwe Yusuf Irmak bibe da.

Irmak sibê dê saet di 10.00'an de tevî merasim cenaze ya li navçeya Qoserê ya Mêrdînê pêk tê bibe.

.