Şemrexî ji bo Rojava meşiyan

Şemrexî ji bo Rojava meşiyan

Rêxistina BDP'ê ya Şemrexê, bi meşekê bal kişand ser komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê rû didin.

Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, bi armanca balkişandina ser komkujiyên li Rojava, Rexistina BDP'ê ya navçeyê meşiya. Beriya meşê di nav wan de Şaredarê Şemrexê Hasîp Aktaş, Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Mehmet Dogan, rêveberên navçeyê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek hemwelatî ku li ber avahiya BDP'ê ya nevçeyê kom bûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên YPG'ê, pankartên "Em Şoreşa Rojava silav dikin", "Gelê Rojava ne bi tenê ye" hatin hilgirtin. 

Welatiyên ku ber bi Qada Cumhuriyetê ve meşiyan dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" berz kirin. Piştî meşê Serokê Rêxistina BDP'ê Mehmet Şik got ku li hemberî gelê Rojava zext û neheqî heye, li hemberî welatiyên Rojava komkujî tên kirin û ev komkujî ji aliyê hêzên dagirker û çeteyan ve tên kirin. 

Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Mehmet Dogan jî di axaftina xwe de "Pêvajoya çareseriya demokratîk" a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin bi bîr xist û got: "Rêberê Gelê Kurd Ocalan, ji bo pêvajoya aştiyê gavên berbiçav avêt. Lê ji eniya hikûmetê ve gavên berbiçav nehatin avêtin. Em dixwazin hikûmet gav biavêje. Ji gelê me jî daxwaza me ew e ku her dem li cem gelê me yê Rojava bin."

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.