Semsûrî ber bi Serêkaniyê ve ketin rê
Semsûrî ber bi Serêkaniyê ve ketin rê
Semsûrî ber bi Serêkaniyê ve ketin rê
Welatiyên ku ji Semsûrê ji bo tevlî konê nobetê yê ji aliyê BDP û KCD ve ji bo piştevaniya gelê Rojava hatî vedan bibin ber bi Serêkaniyê ve ketin rê.
Li Semsûrê welatiyên ku ji bo tevlî çalakiya konê nobetê ya ji aliyê BDP û KCD’ê ve ji bo piştevaniya gelê Rojava hatî destpêkirin bibin, li ber BDP’a Semsûrê kombûn, bi dehan wesayîtên taybet ber bi Serêkaniyê ve ketin rê. Li noqteya polîsan ya li ber Sîteya Kuçuk Sanayî ya Semsûrê wesayît hatin rawestandin, welatî di bin kontrola GBT’ê re derbaz kirin. Welatiyên ku bertek nîşanî kontrola nasnameyan da û got: “Pêkanînên têne kirin ne demokratîkin, azadiyê asteng dikin.” Piştî kontrola nasnameyan ber bi Serêkaniyê ve birê ketin.