Senaryoyek a komedyenê navdar ê cîhanê Charlie Chaplin ku heta niha nehatiye weşandin û bi destê xwe nivîsandiye, hat dîtin.
Saziya bi navê Cineteca di Bologna ya li bajarê Bolognaya Îtalyayê, berhemek nû ya Chaplin ku heta niha nehatiye weşandin, derxist holê. Di senaryoya dawiya salên 1930’yan hatiye nivîsandin de jiyana zor a dansvanekê vedibêje. Hat diyarkirin ku ji baleta Vaclav Nijinsky ku bi eslê xwe Rûs e wergirtiye û nivîsandiye.
Pisporan li ser senaryoya Chaplin lêkolîn kirin û diyar kirin ku Chaplin di filma bi navê “Limelight” (Ronahiyên Dikê) de hin agahiyên di vê senaryoyê de bi kar aniye.