Şêniyên Dirbêsiyê li dijî komployê meşiyan

Şêniyên Dirbêsiyê li dijî komployê meşiyan

Bi munasebeta şermezar kirina komploya navteweyî ya 9 Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatibû, li bajarê Dirbêsiyê meşek hate lidar xistin. Meş li ber Navenda Ciwanên Şoreşger a bajar destpêkir û heta taxa Xerbî domand. Meşvan di meşê de bênavber dûrişmeyên “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi munasebeta şermezar kirina komploya navteweyî ya 9 Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatibû, li bajarê Dirbêsiyê meşek hate lidar xistin. Meş duh saet di 17.00 li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger ya bajar destpêkir û heta taxa Xerbî domand û li vir veguhezî mîtîngê. Meşvanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG û YPJ rakiribûn, bê navber dûrişmeyên ‘‘Bijî Seroka Apo’’ û yên li dijî komploya navneteweyî berz kirin. Her wiha meşvanan ku heta taxa Xerbî meşiyan pankartên bi nivîsên ‘‘Azadiya Ocalan azadiya gelê kurde, xebatên ciwana û rêxistina wan komplo pûç kiriye’’ vekiribûn.

Di dawiya meşe de li ser navê ciwanên Şoreşger Amara Osman, li ser navê Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welat Parêz Ronahî Dawid û li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferzad Munzir axaftin hatin kirin. Di axaftina de komploya navneteweyî hate şermezarkirin û azadiya Ocalan hate xwestin.

Piştî axaftinan, ciwanan bi diruşmeyan dawî li mîtingê anîn.