Şer giran bû, gel berê xwe da deriyê sînor

Şer giran bû, gel berê xwe da deriyê sînor

Bi dijwarbûna şerê li her sê eniyên Kobanê re, girseyên gel ên li ser sînor zincîra ji mirovan çêkirin, berê xwe dan Deriyê Sînor ê Kobanê.

Çalakiya bi hezaran kesên li ser sînor a ji bo xwedîderketina li Kobanê, dewam dike. Bi hezaran kesên bi şev li ser sînor man, danê sibê bi qasî 3 kîlometreyan li seranserê sînor zincîra ji mirovan ava kirin.

Di çalakiya li ser sînor û nobedên berxwedanê de jin pêşengiyê dikin. Jinên ku li ser sînor nuqteyên nobedê çêkirin, bi dûrbînan liv û tevgera herêmê ji nêz ve dişopînin.

LI SÊ ENIYÊN KOBANÊ ŞER Û PEVÇÛN DIJWAR BÛN

Li bin xetê li Kobanê jî, çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev careke din ji sê aliyan ve dest bi êrîşan kirin.

Şer û pevçûnên dijwar dewam dikin. Çeteyên DAIŞ'ê her wiha bi top û fîşekan nuqteyên bexwedanê yên li ser sînor jî hedef girtin. Çeteyan top û hawan avêtin gundê Swêdê û Mîrana yên Pirsûsê.

ÇALAKGERÊN NOBEDÊ KETIN NAVA TEVGERÊ

Bi dijwarbûna şer re çalakgerên nobedê jî ketin nava tevgerê.

Girseya gel a li herêmeke ji 30 kîlometreyî ya sînor belav bûye, berê xwe da Deriyê Sînor ê Kobanê. Liv û tevger dewam dike.