Şer li Rojhilatê Kobanê Didome
Şer li Rojhilatê Kobanê Didome
Şer li Rojhilatê Kobanê Didome
Gelê Kobanê û Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ di nava berxwedaniyeke mezin de ne. Li gundê Serzûrî, Cirne, Dinayîk, Huriyê, Xerbê Sarûnc, Kopirlîk, Qizalî û Kêtkanî şer di nava YPG’ê û çeteyên DAIŞ de bi dijwarî didome. Xelkê wan gundan jin û zarokên xwe gihandine saxlemiyê û zilam û xortên wan li hemberî çeteyên DAIŞ li ber xwe didin. Çeteyên DAIŞ bi çekên giran mîna tangan dixwazin têkevin wan gundan û ji destê YPG ê derxin, lê belê ne gel ne jî şervanên YPG ê destûr didin vê yekê. Ji duh saet 23.00’ ê şev heya niha şer didomê.
Çeteyên DAIŞ ji duh saet 15.00’an bi tang û hewanan gundê Xanê bombebaran dikin. Xelkê gundê Xanê bi giştî Ereb in û ji gundê xwe derketine. Niha di gund de Şervanên YPG’ê hene û ji bo çeteyên DAIŞ nekevin gundê Xanê de gund diparêzin.
XELKÊ GUNDÊN ROJHILATÊ KOBANÊ XWE DIPARÊZIN
Xelkê gundê Aydanî, Bîrereb û Sîxreşîd ji duh ve li hemberî êrîşên DAIŞ tedbîrên xwe digirin, jin û zarokan ji gund derdixin û zilam jî gundê xwe diparêzin. Her çi qasî neçar dimînin ku jin û zarokan ji gund derxin, lê belê gelekî li zora wan diçe û bi YPG’ê re di mewziyan de gundê xwe diparêzin. Zarok, jin, ciwan, ixtiyar her kes nêzî şer in û natirsin. Bi şev li ser dengê fîşek û topan xew dikin, serê sibehê jî li ser dengê şer ji xew radibin. Jiyana wan mîna her dem diherike. Karê xwe yê rojane dikin.
Îro xelkê gundê Aydanê li ser serê xaniyan bûn û li şer meyze dikirin. Di navbera gundê Xanê û Aydanê de mesafeyeke gelekî kurt heye, pir rehet dibînin çeteyên DAIŞ ku derê bombebaran dikin. Lê belê natirsin û xwe ji bo şer amade dikin. Wexta ku şer destpê dike xort û zilamên Kobanê nikarin di gundê xwe bihewin û berê xwe didin cebhê. Êrîşên çeteyên DAIŞ bandor li ser moralê gel nake û gel bi fedakarî li ber xwe didin.