Şer li Serêkaniyê jî giran e
Şer li Serêkaniyê jî giran e
Şer li Serêkaniyê jî giran e
Li nêzî bajarê Serêkaniyê, di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Herêma lê şer giran bûye, qadeke ku Kantonên Kobanê û Cizîrê bi hev ve girê dide ye.
Hêzên YPG/YPJ'ê li Serêkaniyê operasyona li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin.
Duh êvarê saet di 22:00 de, di operasyona li gundên Mebruka, Dehma û Rawiya de gelek çete hatin kuştin. 2 çekên doçka jî hatin rûxandin.
Hêzên YPG'ê kemîn danîn pêşiya çeteyên teqwiye yên ji Til Ebyadê hatin. Hat ragihandin ku çeteyan li vir jî derbên giran xwarine.
Bajarokê Mebrûka yê 38 km li rojavayê bajarê Serêkaniyê û di navbera Mebrûka û gundê Dehma de jî 2km hene. Di navbar Mebrûka û bajarê Til Ebyedê jî 77km hene û 8km dûrî sînorê bi Bakurê Kurdistanê re ye. Ev herêm cihekî stratîjîk e û herdu herêmên Kobanê û Cizîrê bi hev ve girêdide û ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin. Tê gotin ku çete bi rêya vê herêmê alîkariyên lojîstîk û leşkerî ji dewleta Tirkiyê werdigirin.