Şer û pevçûnên li Kobanê dewam dikin
Şer û pevçûnên li Kobanê dewam dikin
Şer û pevçûnên li Kobanê dewam dikin
Li gundên rojavayê Kobanê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şevê din jî bi dijwarî dewam kirin. Di şer de gelek çete hatin kuştin û 2 wesayîtên ku çeka doçka li ser bûn, hatin rûxandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, şevê din li gundên Xorxorîn û Selîm ên li rojavayê herêmê û Girê Qişlê yê li başûrrojhilatê herêmê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de şer giran bûye.
Hat ragihandin ku di van pevçûnan de gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Di pevçûnên li gundê Qişlê de jî doçkayek 23 û doçkayek 14.5 ên çeteyan hatin rûxandin.
Pevçûnên li van herêman didomin.