Sercerdevan û 3 birayên wî dest ji cerdevaniyê berdan
Sercerdevan û 3 birayên wî dest ji cerdevaniyê berdan
Sercerdevan û 3 birayên wî dest ji cerdevaniyê berdan
Li gundê Mergeha ya navçeya Qilabana Şirnexê, sercerdevanê bi navê Îslam Temel ku 15 sal in cerdevaniyê dike û 3 birayên wî dest ji cerdevaniyê berdan.
Sercerdevanê li gundê Mergeha ya navçeya Qilabana Şirnexê û 3 birayên wî rojek berê çekên xwe radestî rayedarên Serfermandariya Tabura Cendermeyan ya Becihê kirin û dest ji cerdevaniyê berdan. Sercerdevanê bi navê Îslam Temel ê ku li Taxa Yekmal a Gundê Mergehê rûdine 15 sal in cerdevaniyê dike. Roja şemiyê bi birayên xwe yên bi navên Fîkret, Abdilkadîr û Abdulhalîk Temel re çû Serfermandariya Tabura Cendirmeyan ya ku li gundê Becihê û diyar kir ku carek din naxwazin cerdevaniyê bikin û çeka xwe radestî rayedaran kirin û dest ji cerdevaniyê berdan.