Serdana Demîrbaş a li DYE dewam dike
Serdana Demîrbaş a li DYE dewam dike
Serdana Demîrbaş a li DYE dewam dike
Serdana Şaredarê Sûr aAmedê Abdullah Demîrbaş a li Emerîkayê dewam dike. Demîrbaş duh mêvanê Şaredarê Warwîck Scott Avadîsîan bû.
Şaredarê navçeya Amed Sûrê Abdullah Demîrbaş, li Eyaleta Rod Îsland li ser vexwendina Şaredarê Warwîck Scott Avadîsîan û endamê meclisa şaredariyê tev li xwarinekê bû.
Di vê hevdîtinê de yek ji endamên meclisê ku bi eslê xwe ji Amedê ye Hakim Haiganush Bedrosîan her wiha endamên meclisa şaredariyê û hin kurdên welatiyên wê derê jî amade bûn.
Di vê hevdîtinê Şaredar Demîrbaş û Avadîsîan biryar dan ku pireke hevkarî û dostaniyê di navbera herdu şaredariyan de bê avakirin.
Ji aliyekî din ve ev serdan bi bernameyeke têr û tijî berdewam dike.
Di nava bernameya serdanê de dê roja Înê şaredar Demîrbaş li zanîngeha Harwardê wekî axaftvan tev li konferansê bibe. Demîrbaş dê di konfernasê de bi mijara Guhertinên Rojhilata Navîn, pir çandî û pir zimanî axaftinekê bike.