Serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG'ê Mazlûm didome

Serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG'ê Mazlûm didome

Endamên Meclisa Gel ya Dirbêsiyê û endamên ji SZK'ê bi ermanca sersaxiyê serdana konê sersaxiyê ya şervanê YPG'ê Mazlûm Elî ku li gundê Xenamiyê hatiye vekirin.

 Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê endamên Meclisa Gel a Dirbêsiyê û endamên saziya zimanê kurdî duh serdana konê sersaxiyê ku ji bo şervanê YPG'ê Mazlûm Mîşel Elî yê ku di pevçûnên li Serêkaniyê di navbera YPG'ê û komên çekdar yên ji aliyê Tirkiyeyê hatibûn bajêr birîndarbibû û piştre jiyana xwe jidest da kirin.

Piştî ku deqîqeyek rêzgirtinê hate rawestandin Serokê Meclisa Gel ya Dirbêsiyê Numan Erebo axivî û hemû şehîd bibîranîn, her wiha Erebo berxwedana gelê Kurd a li Serêkaniyê û Eşrefiyê silav kir û soz da ku ew dê heta ku serkeftinê bi dest bixin wê li ser rêça şehîdan bimeşin.

Piştî Erebo Endama Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Leyla Bişar axivî û diyar kir ku, YPG'ê hêza parastina gelê herêmê ye. Her wiha Bişar da zanîn ku, berxwedana gelê Kurd wê heta azadiya gelê Kurd û Rêberê xwe Ocalan bi dest bix wê bê rawestan dewam bike.