Serdana mala sersaxiyê ya gêrîla Tûnç bi girseyî tê ziyaret kirin

Serdana mala sersaxiyê ya gêrîla Tûnç bi girseyî tê ziyaret kirin

Serdana mala sersaxiyê ya ji bo gêrîlaya HPG’ê Semar Tûnç (Jiyan Amara) ku di 7’ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li gel 13 hevalên xwe re jiyana xwe dest dabû bi girseyî pêk hat.

Serdana sersaxiyê ya ji bo gêrîlaya HPG’ê Semar Tûnç (Jiyan Amara) ku di 7’ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama pevçûnê de bi 13 hevalên xwe re jiyana xwe dest dabû di dome. Serdanê sersaxiyê ku li Taxa Timoqiya ya li Bajaroka Kaniyahenê li Mala Taziyê ya taxê tên qebulkirin îro bi girseyî pêk hat. Serdanê sersaxiyê di pêşengiya BDP û MEYA-DER’ê de pêk hat. Di nav girseya sersaxiyê de Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat, endamê PM’ê yê BDP Nezîr Gulcan, Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Şaredarê Kaniyahenê Selahattîn Bulat, rêvberên rêxistina bajêr, navçeyan û bajarokê Kaniyahenê, rêveberên MEYA-DER, endamên meclîsa giştî û şaredariyê û bi sedan kes amade bûn.

Girse li pêşberî Mala Taziyê ji aliyê malbat û welatiyan ve bi sloganên “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin pêşwazîkirin. Pişt re girse derabazî ber Mala Taziyê bû û li vir ji bo malbatê bi duayan sersaxî hate xwestin. Ewil Serokê BDP’ê yê bajarokê Kaniyahenê Tayîp Korkmaz axivî û wiha got: “Hevala Semar di ber rûmeta gelê kurd de şehîd ket. Ev şehîd rûmeta gelê kurd hemûyane. Hemû serdanvan bi ser seran û çavan re hatine. Mala we hemûyan ava be.”

‘DIVÊ NE TESLÎMIYET, ÇARESERÎ PÊK BÊ'

Pişt re Parlementer Ayla Akat axivî û diyar kir ku, ji bilî gêrîla Semar Tûnç cenazeyê du kesên din jî di vê mehê de hatin Êlihê. Akat anî ziman ku, gelê Kurd bi sed salane êş û elemê mezin dîtiye û got gelê Kurd dixwaze ev êş kişandin bi dawî bibe. Akat da zanîn ku, gelê Kurd bindestî qebul nekiriye û diyar kir ku, ji îro şûn ve jî dê qebul neke.

Akat ev tişt got: “Ger ku ew çareserî dixwazin bila bêjin gelê Kurd, ziman, maf, çand û dîroka gelê Kurd heye. Pewîste beriya her tiştî ev bê qebûlkirin. Piştî vê yekê her kes dikare xebatê çareseriyê bike. Lê belê îro hem zimanê me û nasnama me qebûl nakin û piştre dibêjin em ji bo çareseriyê xebatê dikin. Her roj xebatek nû ya ne rast dikin.”

Akat destnîşan kir ku pêwîste ji her roj û her demê bêtir gel xebatan bike û ji ber ku ev dem demek dîroki ye û got pêwîste berxwedana gel jî dîrokî be. Akat anî ziman ku pêwîste gel ji îro pê de li her tax, kolan, navçeyan û bajaran ji bo azadiya xwe rêxistina xwe xurt bike. Akat da zanîn ku dibe Dewleta Tirk li hemberî wan lîstokekî pêk tîne û got heta îro her tim gotine lê bi dirûstî bi wan re nekirine. Akat, diyar kir ku gelê kurd ji îro pê de nayê xapandin û biryara xwe çareseriyê daye. Akat, da zanîn ku pêwste navê vê çareserî be û got navê wê teslîmiyet nabe.

Piştî girseyê sersaxî ji malbatê re xwest ji Mala Taziyê veqetiya. Dê sibê serdanên sersaxiyê di demjimêr 14.00’an de bi dayîna mewlûdê bi dawî bibe.