Serdanên kona sersaxiyê ya şervanê YPG’ê Dundar didomin

Serdanên kona sersaxiyê ya şervanê YPG’ê Dundar didomin

Heyetek ji rêveber û endamên BDP’ê bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG’ê Ferîd Dundar ê li Rojava di şer de jiyana xwe ji dest dabû.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo Şervanê YPG’ê Ferîd Dundar ê li Rojava di êrîşên çeteyên El Nusra de jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hat vedan. Îro heteyek BDP’yî ku di nav wan de Parlamenterê BDP’ê yê Mêrdînê Erol Bora, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, rêveberên navçeyê yên BDP’ê, Dayîkên Aştiyê jî hebûn bi sedan hemwelatî bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê.

Di konê sersaxiyê de ku alên YPG’ê û PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Dundar hatine daliqandin de Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz axivî. Kaymaz got: "Ciwanên me ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda dikin û beşdarî karwanên azadiyê dibin. Ev ji bo me pir girîng e. Li hember şehadeta hevalê me Ferîd serê me bilinde.”

Bavê Ferîd Dundar, Naîf Dundar jî got, “Ferîd şehîdê Kurdistanê ye. Serê gelê Kurd sax be. Divê em têkoşînê bilind bikin.” Bav Ferîd ji bo tevlîbûna mewlûda sibê ya di demjimêr 12.00’an bang li tevayî gelê Nisêbînê kir.