Serdozgerê Misirê Talat Îbrahîm Ebdullah ku beriya mehekê ji aliyê Serokkomar Muhemed Mursî ve hatibû peywirdarkirin, ji ber protestoyên dijwar ên ji dozgeran hatin neçar ma ku îstîfa bike.
Ji Berdevktiya Serdozgeriya Misirê şêwirmend Adil es-Said ragihand ku serdozger Talat Îbrahîm Ebdullah di saetên dereng ên şevê de îstîfaya xwe ji Konseya Bilind a Darazê re şandiye.
Serokkomar Muhemed Mursî 22’yê mijdarê Talat Îbrahîm Ebdullah ji bo serdozgertiyê peywirdar kiribû. Ev yek li rastî nerazîbûnên dijwar ên dozgeran hatibû.