Serdozgeriyê, nûçeyên derbarê lêpirsîna Çîller û Gureş derewand

Serdozgeriyê, nûçeyên derbarê lêpirsîna Çîller û Gureş derewand

Serdozgeriya Komarê ya Amedê nûçeya îro di rojnameyan de hatibû weşandin ya der barê ku dê serokwezîra berê ya Tirk Tansu Çîler û fermandarê gitşî yê teqawît Dogan Guneş bi sifata gumanbariyê dê îfadê bidin, derewand.

 Serdozgegeriya Komarê ya Amedê der barê nûçeya  ku di rojanmeyan de hatibû weşandin ya wekê dê serokwezîra berê Tansu Çîller û fermandarê giştî yê teqawît Orgeneral Dogan Gureş dê bi sifata gumanbariyê ku talimata kuştina serokê DEP’ê Muhsîn Melîk dane îfadeyê bidin, derwand. Serdozgeriyê daxuyaniyek nivîskî da û  got: “ Nûçeyên der barê vê de ku dê Tansu Çîler û Dogan Gureş di çarçoveya lêpirsîna kuştinên kiryar nediyar de dê îfadê bidin derew û rastiya wê tune.”

Îro di nûçeya k udi rojanameya Sabahê de hatiye weşandin de hatibû îdiakirin ku dosyaya der bar^ekuştina Muhsîn Melîk û ajokarê wî Mehmet Ayyildiz dê ji nûve bê kirin. Herwiha hatibû gotin ku dê serokwezîra demî Tansu Çîler û fermandarê gitşî Dogan Gureş der barê kuştina wan de îfadeyê bidin.