Şerê li Helebê di roja 8'an de ye
Şerê li Helebê di roja 8'an de ye
Şerê li Helebê di roja 8'an de ye
Şerê ku li bajarê Helebê piştî êrîşa komên çete ya li dijî taxên kurdan di navbera wan û hêzên YPG/Eniya El-Ekrad de derketin, di roja 8'an de didomin. Hate ragihandin ku şerê şevê din de bi dehan endamên çeteyan hatine kuştin.
Li bajarê Helebê êrîşên komên çete yên li ser taxên kurdan di roja 8'an de dom dikin. Hate ragihandin ku şevê din jî li taxa Şêxmeqsud û Sekin Şebabî di navbera hêzên YPG/Eniya El-Ekrad û komên çete de şer derketine. Çavkaniyan diyar kirin ku di pevçûnên ku hîn dom dikin de bi dehan endamên çeteyan hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Di 8'ê Îlonê de koma girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî, komên bi navê Rebîi El-Erebî, Liwa Selahaddîn û komên bi navê Selaheddîn, Liwa Şuheda Bedir, Liwa El Rebî El-Erebî û hinek çeteyên girêdayî Partiya Azadî ya wekî ketîba Azadî, Lîwa Ensar El Îslam, Lîwa Şuheda El Suriye, Hereket Ehrar El Şam, El Komele, Lîwa Mehemed El Fatih êrîşî bendên parastinê yên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Sekin Şebabî û Şiqêf ku piranî kurd lê dijîn kirin.
Tê gotin ku ev kom hemû piştgiriyê ji Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad a Helebê digirin. Di encama pevçûnên 8 rojan de zêdetirî 70 endamên çeteyan hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Di êrîşên çeteyan ên bi topên hawanê de 11 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dabûn.