Şerê li Kobanê li sê eniyan dewam dike
Şerê li Kobanê li sê eniyan dewam dike
Şerê li Kobanê li sê eniyan dewam dike
Şerê di navbera hêzên YPG û dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê yê li sê eniyên Kobanê, di roja duyemîn de ye. Çeteyên DAIŞ'ê bi tank, top û hawanan gundan bombaran dikin, gundî jî neçar dimînin koçî navenda kantonê bikin. Di şer de gelek çete hatin kuştin. Di berxwedana li vir de 5 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên Herêma Xweser a Kobanê hovîtiyan xwe didomînin. Çeteyan gundên Serzorî, Curin, Huriyê, Sarinc, Kobirlik, Qîzelî û Bîrkêtik ên rojhiltatê herêmê bi çekên giran topbaran kirin. Di encama topbaranê de gelek malên welatiyan hatin hilweşandin. Şervanên YPG’ê jî jêderên topan bersivandin û şevê din di navbera herdu aliyan de pevçûn rû dan. Di encama pevçûnan de şervanên YPG’ê 2 tankên çeteyan li nêzî gundê Qîzelî rûxandin û têde gelek çete hatin kuştin.
Şer û pevçûn îro di saetên sibê de dîsa bi dijwarî rû dan. Her wiha gelek welatiyên van deveran ji ber topbarana çeteyan ber bi navenda Kobanê ve koçber bûn.
Her wiha li rojavayê herêmê jî çeteyên DAIŞ’ê gundên Talik, Zirk, Dugirman, Boraz û Derbazinê bi awayekî tevlî hev bi çekên giran topbaran kirin. Li vê deverê jî di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de şer û pevçûn rû dan. Di encamê de wesayîtek bi çeteyên ku tê de bûn hate rûxandin.
Li aliyekî din çeteyên DAIŞ’ê welatiyekî ji gundê Zirk bi awayekî hovane heta mirinê bi keviran recim kirin.
Li başûrê herêmê jî di navbera hêzên Odeya Çalakiyên Volkana El-Firat û çeteyên DAIŞ’ê de li nêzî gundên Aşme, Xiros, Cade, Keleha Hesen û Qerarîşk şer û pevçûn rû dan. Li vir çeteyan çekên giran bi kar anîn û pevçûn hê jî di navbera herdu aliyan de berdewam in. Di van pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û hejmara kuştiyên çeteyan nehate bi dest xistin.
Hate ragihandin ku di berxwedana li her sê aliyên herêma Kobanê de 5 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
Şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û Odeya Çalakiyên Volkana El-Firat ji aliyekî ve û çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê din ve berdewam e. Çete hê jî gundên kurdan topbaran dikin.