Şerê li Qestel Cindo û Mearîn didome
Şerê li Qestel Cindo û Mearîn didome
Şerê li Qestel Cindo û Mearîn didome
Topbarana komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) a li dijî gundê Qestel Cindo û Mearîn dewam dike. Li aliyê din hate destnîşankirin ku pevçûnên li herêmê dewam dike û hêzên YPG’ê gelek çek û cebilxane desteserkirine.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin çeteyên DAIŞ’ê toparana gundê Qestel Cindo û Merîn berdewam dikin. Hate hînbûn ku komên çete ji herêma zeviyan bi hawan û tangan Qestel Cindo û Mearîn bi hawan û tangan topbaran dikin. Hate gotin ku di encama topbaranê de gelek ziyana madî li malên gundiyan çêbûye, her wiha agir bi zeviyên derdorê ketine. Çavkaniyan destnîşan kirin ku hêzên YPG’ê bi lez karîbûn agirê ji ber topbaranê vemrîne.
Li aliyê din jî hate ragîhandin ku pevçûnên li herêmê di navber hêzên YPG’ê û Komên DAIŞ’ê dewam dikin. Çavkaniyên YPG’ê dan zanîn ku hêzên wan 12 klaşinkov, hin guleyên Hawanan, yek RPG, hin rext, sendoqek xeblxane û cîhazekê bê têl destser kirine. Çavkaniyan diyarkirin ku hêzên YPG’ê derzî û madeyên hişbiriyê ji ser kuştiyên komên çete rakirin.
Çavkaniyan rahîhandin ku komên çete yên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên bi çekên giran û tangan zêde kiriye û derdora gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera ya Efrînê û Merîn a Ezazê topbaran dike.