Şerê li Serêkaniyê dijwar dibe

Şerê li Serêkaniyê dijwar dibe

Şerê di navbera komên çete yên çekdar û şervanên YPG'ê ya li Serêkaniya binxetê berdewam dike. Şerê îro li herêma depoyên zad dijwar bû. Li gel welatiyên Serêkaniya Rihayê bertek nîşan dan jî dîsa birîndarên komên çete anîn nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Ji 8 birîndarên çeteyan 2 kes mirinLi gorî nûçeya DÎHA’Yê li Serêkaniya binxetê nêzî 10 rojan e şer û pevçûn bi şev û roj bi awayekî dijwar berdewam dike.

Heta niha zêdeyî 100 endamên çeteyên çekdar ji aliyê endamên YPG'ê ve hatin kuştin. Şevê din jî dîsa li Serêkaniyê dengê çekan qut nebû. Di şerê duh de guleyek derbasî ser xetê bû û karkerê Şaredariya Serêkaniya Serêkaniyê Halîl Ertugrul ji milê wî de birîndar kir. Ertugrul ku rakirin nexweşxaneyê talûkeya mirinê ji ser xwe avêt. Berê jî welatiyên bi navê M. Ali Tekîn, Suleyman Denlî, Ahmet Ozer û Casım Erdemîr bi guleyên ji bin xetê hatibûn birînar bûbûn.

Li gel ku endamên YPG'ê ji sedî 90 herêma Serêkaniyê xistine bin kontrola xwe jî dîsa endamên komên çeteyan ên çekdar li nêzî sînor kom bûne. Herî zêde şer li nêzî depoyên zaxîre û zad ên çandiniyê kom bûne.
Li aliyê din li gel welatiyên Serêkaniya Rihayê bertek nîşan dan jî dîsa birîndarên komên çete anîn nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Ji 8 birîndarên çeteyan jê 2 kes mirin.