Sergey Mironov ji bo malbata Şervan Mislim Sersaxî şand!

Sergey Mironov ji bo malbata Şervan Mislim Sersaxî şand!

Serokê Partiya "Rûsyaya Dadmend" a Seroke fraksyona "Rûsyaya Dadmend" a Parlamentoya Federasyona Rûsyaye Sergey Mironov ji bo Şervan Muslim kurê hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD)’ê Salih Muslim ku li Rojava di şerekî li dijî çeteyên El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da.

Serokê fraksyona "Rûsyaya Dadmend" Sergey Mironov di nameya sersaxîya de xitabî Hevseroke PYD Salih Muslim Muhemmed kir û got; “Şervan lehengê rasteqîn ê welatê xwe ye, wî jiyana xwe ji bo Sûriyek baş, a xwedî prensîbên demokrasî, azadî û wekheviyê, feda kir.” 

Nameya Serokê fraksyona "Rûsyaya Dadmend" Sergey Mironov wiha berdevamkir; “Birêz Salih Muslim Muhemmed, bi xemgîniyekê mezin xebera me der bara şahadeta lawê we Şervan Muslim wergirt. Serxweşiyên min ên ji dil qebûl bikin. Di demeke dijwar de ku Sûriyê têre derbas dibe, Şervan di nav refênn Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’de cîh digirt û li dijî komen çete şer dikir.  Gelê  xwe diparast û gihîşt şehadetê. Ev yek mêrxasî û lehengiya kurê we diyar dike. Şerwan lehengê rasteqîn ê welatê xwe ye. Wî  jiyana xwe ji bo Sûriyek bas, a xwedî prensîbên demokrasî, azadî û wekheviyê feda kir. Careke din dibejim, bila sere We sax be.”