Serkan Tosûn ê MLKP'yê li Kolnê hat bîranîn
Serkan Tosûn ê MLKP'yê li Kolnê hat bîranîn
Serkan Tosûn ê MLKP'yê li Kolnê hat bîranîn
Endamê MLKP'ê Serkan Tosûn (Mazlûm) ê beşdarî rojeva Rojava bû û di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Kolnê hat bîranîn. Nûnerê MLKP'ê Yaşar Agît li merasîma bîranînê axivî û destnîşan kir ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye û got, "Yê ku ji xwe re dibêje sosyalîstim, komunîstim, divê îro piştgiriyê bide berxwedana Rojava."
Endamê MLKP'ê Serkan Tosûn (Mazlûm) ê 14'ê Îlonê di şerê li dijî çeteyên El Nûsra yên bi piştgiriya dewleta Tirk de li nava refên YPG'ê li Serêkaniyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li komeleya Mala Kurdan a li bajarê Elmanya Kolnê bi merasîmekê hat bîranîn.
Di merasîma bîranînê ya ji aliyê MLKP'ê ve hat organîzekirin de, li gel endamên PYD, CDK-E û Koma Berxwedan gelek kes amade bûn. Di merasîmê de nûnerên MLKP, PYD, CDK-E axivîn û dûre bi sînevîzyonê jiyana Serkan Tosûn hat vegotin. Merasîma bîranînê bi sirûda "Çerxa Şoreşê" ya Koma Berxwedan destpê kir û li salonê wêneyên Serkan Tosûn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên MLKP û KCK'ê hatin daliqandin.
Nûnerê MLKP'ê Yaşar Agît di axaftina vekirinê ya merasîmê de destnîşan kir ku parastina Rojava parastina mirovahiyê ye û got, "Îro hevalê Mazlûm ev yek bi awayê herî bedew nîşanî me daye. AKP komên çete dişîne wê derê û li dijî Kurdan dide şerkirin. Hewl dide deskevtiyan jê bistînin. Kurd jî di berdêla mirinê de têkoşîneke rûmetê didin meşandin. MLKP'ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew li cem gelê Rojava cih digirin û milîtanên xwe yên karibin di berxwedanê de cih bigirin, şandiye. Yek ji van jî hevalê Mazlûm e. Hevalê Mazlûm bi kesayetiya xwe ya şoreşger û milîtanê mezin ji me hemûyan re bûye mînak. Xwedîderkatin li bîranîna wî, xwedîderketina li şoreşa Rojava ye. Yê ji xwe re dibêje sosyalîst im, komunîst im, divê îro xwedî li şoreşa Rojava derkeve. Ji ber vê yekê ye, MLKP tûgahên xwe dişîne Rojava. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku şoreşa li Rojava dê bibe şoreşa li tevahiya Rojhilata Navîn."
Nûnerê PYD'ê Maha El Mûhammed jî da xuyakirin ku Serkan Tosûn demeke dirêj di nava berxwedana li Rojava de cih digirt û got, "Bêguman şehadeta Serkan Tosûn ji bo me windahiyeke mezin e. Divê neyê jibîrkirin ku azadî bêyî dayîna berdêlan nayê. Em 30 salin berdêlan didin. Me zarokên xwe yên herî hêja winda kirin. Lê em têkoşîneke bi rûmet dimeşînin. Hevalê Mazlûm jî parçeke ji vê ye. Hevalê Mazlûm wê di dil û şoreşa gelê Rojava de bijî. Em vê sozê didin."
Nûnerê KCD-E Denîz Dêrsim jî di axaftina xwe de diyar kir ku Serkan Tosûn nûnerê îro yê çanda Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya ye û got, "Emê hevalê Mazlûm di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Emê îdealên wî li Kurdistanê belav bikin. Ew bûye şehîdê azadiyê yê gelan." Dêrsim anî ziman ku MLKP ji avabûna xwe û pê ve her tim li cem gelê Kurd cih girtiye û destnîşan kir ku divê ew vê piştevaniyê xurtir bikin.
Di merasîma bîranînê de li ser jiyana Serkan Tosûn sînevîzyonek hat nîşandan.