Serlêdana parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê dîsa hat redkirin
Serlêdana parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê dîsa hat redkirin
Serlêdana parêzerên Ocalan a ji bo hevdîtinê dîsa hat redkirin
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, careke din bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Raziye Oztruk ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komaê ya Bûrsayê dan, lê belê serlêdana wan dîsa hat redkirin. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta "keştî xerabe ye" serlêdana parêzeran red kir.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi heman hincetan nikarin biçin girava Îmraliyê.