Sermayê li sê welatan 166 can stand, Moskow qerisî!

Sermayê li sê welatan 166 can stand, Moskow qerisî!

Ji ber pêla hewaya sar a dijwar û barîna berfa zêde, di meha berfanbarê de li Ûkraynayê 61, li Rûsyayê 56 û li Polonyayê jî 49 kes jiyana xwe ji dest dan. Moskow jî zivistana xwe ya herî sar û dijwar a nîv sedsala dawiyê dijî

LI RÛSYAYÊ 56 MIRÎ

Li Rûsyayê ji ber sermayê di 24 demjimêran de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeya ansan RIA Novosti ku dispêre çavkaniyên tenduristiyê di 24 demjimêran de 153 kes ji sermayê bandor bûne, ji vana derdora 50 kesan rakirine nexweşxaneyê û 2 kes jî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî heman çavkaniyê, li gel destpêkirina sermayê 722 kes bandor bûn, ji vana 371 rakirine nexweşxaneyan û 56 kes jî mirine.

Ev hefteyeke zêdetir e ku Rûsya bi sermaya dijwar re rû bi rû ye. Pileya germahiya hewayê li paytext Moskowê 18 pile daketin binê sifirê û li Sîbîryayê jî 50 pile daket binê sivê.

Bi vî awayî Moskow zivistana xwe ya herî sar û dijwar a vê nîv sedsala dawiyê dijî. Li gorî nûçeya Radyoya Dengê Rûsyayê, Patronê Servîsa Meterolojî ya Moswkoê Alexey Liakhov bal kişand ser sermaya dijwar a li paytext Moskowê û got: “Ger çendî ev yek gelek caran dubare bûbe jî, lê ev rewş pir kêm tê dîtin û xeter e.”

Herî dawî ev rêjeya pileya germahiyê 1955’ê li Moskowê gihiştibû vê astê. Her wiha sermaya rekor a li Moskowê sermaya sala 1888 bû. Ji wê pvaêjoyê pileya germahiyê 17 pile daket binê sifirê û li wir ma.

LI POLONYAYÊ 49 MIRÎ

Li gorî agahiyên polîsên Polon dane, li Polonyaya ku pileya germanhiyê 10 pile li jêrê sifirê ye, ji 1’ê berfanbarê ve 49 kesan jiyana xwe ji dest dan. Sala par jî di meha berfanbarê de 19 û di sala 2010 jî 134 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Her wiha li Polonyayê meha cotmehê 15 û mijdarê jî 5 kes ji sermayê jiyana xwe ji dest dabûn. Sala 2011 jî li Polonyayê derdora 200 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Piraniya kesên li vî welatê ku şêniya wê 38 milyon e jiyana xwe ji dest didin, kesên bê mal û bê war in.

LI ÛKRAYNAYÊ 61 MIRÎ

Her wiha, li Ûkraynayê jî di meha berfanbarê de herî kêm 61 kes jiyana xwe ji dest dan. Li vî welatî pileya germahiyê 23 pile daketiye binê sifirê. Li gorî agahiyên Wezareta Tenduristiyê dane, ji kesên jiyana xwe ji dest dane 43 li kolanan, 9 li malên xwe û 9 ên din jî nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.

LI BÛLGARÎSTANÊ DI HEFTEYEKÊ DE 6 MIRÎ

Her wiha li welatê Bûlgarîstanê jî, ji ber barîna berfa dijwar, bi taybet li bakûrê welat jiyan tevizî. Ji ber barîna berfa dijwar û bayê, gelek kes bê mal û war man. Piraniya deriyên xwe yên li aliyê Romanyayê girt. Her wiha hate diyarkirin ku di hefteyekê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.