Serokatiya Herêma Kurdistanê çima komkujiya Rojava şermezar nake

Serokatiya Herêma Kurdistanê çima komkujiya Rojava şermezar nake

Berdevkê fermî yê Serokê Herêma Kurdistanê Dr. Umîd Sebeh li ser rexneyên gelê Kurd ên li çar beşên Kurdistanê yên der heqê nêzîkatiya rayedarên herêmê de, daxuyaniyek da. Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya serokatiya herêmê de, Sebeh bi derûneyeke tewambarî balkêş e ku komkujiyên li ser gelê Kurd ê Rojavaya Kurdistan, li bajarokên Girê Spî (Til Ebyed), Til Eran û Til Hasil şermezar nekir û kesên ji bo gelê Kurd dil giranin jî wek kesên hêsirên tîmsahan dibarînin tewambar kir. 

Daxuyaniya Dr. Umîd Sebeh a li ser navê Serokê Herêma Kurdistanê, ku qala alîkariya Rojavaya Kurdistanê dike, dûrî ji rastiya li holê ye. Mîna gelê li Başûrê Kurdistanê ku kiribûn du beş, diyare ku Sebeh dixwaze gelê li Rojavayê Kurdistanê jî weke alîgir û ne alîgir ji hev cûda bike. Wer xuyaye gava Kek Sebeh qala alîkariya Rojava dike, qala alîkariya bi kesên nêzî PDK'ê dike.

Kekê Ûmîd dibêje; “Beriya her tiştî em ji hemû aliyan re dibêjin ku em gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê bikin hekem da ku ew biryarê bide ku hikûmet û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava çi kiriye.” Niha bi rastî em gelê Rojavaya Kurdistan bikin hekem, wê demê rastî derkevin holê. Rastî ew e ku gelê Başûrê Kurdistan bi hemû hêza xwe alîkariya Rojavaya Kurdistan dike, lê alîkariya gel nayê wateya rêveberiya Herêma Kurdistanê.
 
Kekê Sebah di daxuyaniya xwe bi derûniya tawambariyê nivîsandiye de, tîne ziman ku deriyê Sêmalka-Pêş Xebûr ji bo alîkariya mirovî vekirî ye. Lê rastiya li holê, ne weha ye. Deriyê Sêmalka heta niha jî ne vekiriye û alîkariya mirovî jî bi astengiyên mezin derbas dibin. Ku ambûlansên ji aliyê Kurdên Ewrûpa hatibûn şandin jî, piştî Saziya Xêrê Barzanî navbêrtî kirin derbas bû. Ji xwe ew jî piştî 3 rojan hiştin derbas bibin. 

Gelo kekê Sebeh ew keça 5 mehî  ya bi navê Lazîn Hamid Heskê ya li ser sînor ji ber rê nedan derbas bibe jiyana xwe ji desta ji bîr kiriye? Niha kî dikare mafdar nîşan bide ku ji bo zext li partiyên siyasî (ku li vir partiyên siyasî tine, dixwaze bêjin PYD) bibin, ev zaroka 5 mehî jiyana xwe ji dest da.  

Balkêşe di demek amadekariyên Kongreya Netewî tê kirin û yekîtiya kurd di asta herî bilind tê nîqaş kirin de, PDK xwe ji siyaseta ya demên borî xelas nekiriye, xwe dubare dike. 

Di şûna ku bersiv ji rexneyan bihata dayîn, diviyabû beriya her tiştî berdevkê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umîd Sebeh komkujiya li ser gelê Rojavayê Kurdistanê şermerzar bikira.

Deriyê Sêmalka hêj girtiye û kesên koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, lê dixwazim ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê vegerin, ev 3 roj in li ser sînor tên rawestandin.

Li gorî Kek Sebeh, deriyê sînor ê Sêmalka li herkesên dixwazin biçin Rojava biparêzin, vekiriye. Lê rastî ne ew e. Derî ji kesên nêzî siyaseta PDK'ê re vekiriye, ne ji bo her kesî. 

Duh jî hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ji hikumeta heremê xwestin helwesta xwe ya Rojavayê Kurdistaê zelal bike. Berî niha jî rayadarên YNK dabûn xuyakirin ku biryara girtina deriyê Sêmalka ne biryara hikumetê ye. Berdevkê Fermî yê mekteba siyasî ya Yekitî Niştimanî Kurdistan Azad Cundiyanî, ew êrişên terorîstî yên komên radîkal ên Îslamî li ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê û li dijî gelê Kurd, bi tundî şermezar kir. 

Gelo Serokatiya Herêma Kurdistana Federal a Başûrê Kurdistanê heta niha êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kiriye yan na.

Di heman daxuyaniyê de Kekê Umîd dibêje bila rê were dayîn ku partiyên din jî di eniya şer de parastina gel bikin. Ez jî li vir dibêjim, kê pêşiya kê girtiye. Bi dehan endamên wan partiyan li Rojavayê Kurdistanê ne, YPG hêza parastina Rojavaya Kurdistanê ye, bila di nav de cihê xwe bigrin. Ku, bi dehan ciwanên Rojava ji hemû partiyan ên bi ehlaq, wîjdan û welatparêz di nava YPG de parastina gelê xwe dikin. 

Êdî herkes dizane ku kî-kijan hêz ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî, gelê Rojavayê Kurdistanê weke amûrekê bikar tîne. Û kî ji bo berjewendiyên li ser Rojavayê Kurdistanê dem bi dem rondikên çavên tîmsahan dibarînin jî, ji aliyê herkesî ve tê zanîn.

Îro Şam jî nêze û mişar jî nêze….