Serokê AKP’a Bajarokê tevlî BDP’ê bû

Serokê AKP’a Bajarokê tevlî BDP’ê bû

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ku li Sêrt û navçeyên wê cejna gel pîroz kir û li ser gefa Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ya “dê ben biqete” ev bersiv da, “Ev ji te re meydan Serokwezîr ka bena biqetîne; lê vê baş bizane ku ger tu tiştek wisa bikî tu jî dê weke partiyên din di dîrokê de winda bibî.” Ji Bajarokê Zokeytê, Serokê AKP’a Bajarokê û Serokê Bajarokê Partiya Demokrat jî tevlî BDP’ê bûn.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak bi dirêjahiya rojê li Sêrt û navçeyên wê cejna gel pîroz kir. Endamê Meclisa Partiya BDP’ê Îzzet Belge, rêveberên BDP’a bajar, navçe û bajarokan, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Dihê Melîh Oktay, Şaredarê Kurtalanê Necat Yilmaz, Hevserokê HDP’a Bajar Yilmaz Çinar û Kişanak jî li gel çûn mala gelek welatiyan û cejna gel pîroz kirin.

Kişanak piştre derbazî bajarokê Zokeyt yê Kurtalanê bûn û ji aliyê sedan kesan ve bi tîlîlî û bisloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” ve hate pêşwazî kirin. Kişanaka ku tevlî vekirina avahiya partiyê ya bajarokê bû û axivî. Kişanakê got, ew bi vekirina avahiya bajarokê Zokeytê keyfxweşiya du cejnan dijîn. Kişanakê da diyarkirin ku, Ocalan ji bo xwîn raweste xwe avêtiye navberê, lê belê destê ji bo çareseriyê hatiye dirêjkirin, çi desthilatdarî li holê nînin ku wî destî bigire.

Kişanak got: “Birêz Ocalan hêjan di bin tecrîdê de ye. Desthilatdar hêjan jî hewil dide pêşiya heyeta ku diçe bi Birêz Ocalan re hevdîtinan çêdike keleman derxîne. Desthilatdariya ku dibêje ‘Bila mirin rawestin siyaset biaxive’, niha jî hewil dide me bêdeng bike. Ev jî nebese, me bi ben qutkirinê tehdît dike. Aha ev meydan Serokwezîr. Eger ew dil û cesareta te hebe hedîtinan xilas bike û benan biqetîne; lê belê ji bîr neke eger tu tiştek wisan bikî gelên Tirkiyeyê dê hesabê ji te bixwazin û tu jî dê weke partiyên din di dîrokê de winda bibî.”

Piştî axaftinan Kişanakê rozet bi Serokê Partiya Demokrat ya Bajarok Hecî Tewfîq Nas, Serokê AKP’a Bajarokê Hayredîn Nas, Endamên Meclisa Demokrat Şemsedîn Pektaş, Abdulkerîm Polat û Mehmetşah Pozat ên tevlî BDP’ê bûn ve kir. Piştre Kişanakê kûrdeleya avahiya BDP’a Bajarokê Zokeytê birî û avahî vekir.