Serokê Baroya Riha: Ne berdana parlementeran ne zagoniye
Serokê Baroya Riha: Ne berdana parlementeran ne zagoniye
Serokê Baroya Riha: Ne berdana parlementeran ne zagoniye
Serokê Baroya Rihayê Alî Fuat Bucak got ku biryara paşda xistina di derbarê parlementerê girtî Îbrahîm Ayhan de ji dervey zagoniye.
Di daxuyaniya ku Bucak ji rojnamevanan re kirî de diyar kir ku parlementer Îbrahîm Ayhan di doza KCK’ê de 3 sale di girtîgehê de girtiye.
Piştî bi biryara Destora bingehîn Parlementerê Îzmîrê yê CHP’ê ku ji aliyê 13. Dadgeha Cezayê Giran hate berdan şûnde Ayhan diyar kir ku ji bo Îbrahîm Ayhan jî heman daxwaz kirine û wiha got:
“Ji ber di doza Parlementerê Mêrdînê yê Girtî Gûlser Yildirim dozger mûtalaaya wê ne da, berdana Ayhan jî hate şûnda xistin. Dosyayên lêpirsînê yên Ayhan û Yildirim cûdane. Ger ji wan dosyan jî bêne lêpirsîn kirin jî wê heman dozger biryar bide. Di dema ku mehkeme pêwiste bersiva ‘red’ yan jî ‘belê’ bide gotina ‘ez li benda biryar danan dozgerên dinin piştî wêna ezê di derbarê herdu dosyan de biryar bidim’ ji dervey huquqê ye. Em weke Baro dixwazîn dawî li vê bê huquqiyê bînin.”