Serokê BDP’a Selîmê serbest hate berdan
Serokê BDP’a Selîmê serbest hate berdan
Serokê BDP’a Selîmê serbest hate berdan
Serokê BDP’a navçeya Selîmê Cibraîl Cengîz ku di serdegirtina li ser gundê Bozkûş yê girêdayî navçeya Selîm ya Qersê hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.
Serokê BDP’a navçeya Selîmê Cibraîl Cengîz ku duh di serdegirtina leşker û polîsan ya li ser gundê Bozkûş yê girêdayî navçeya Selîm ya Qersê hatibû binçavkirin, piştî derxistin dozgeriyê serbest hate berdan. Cengîzê ku hate diyarkirin, ji ber sedema îfade dayîna dozek berê hatiye binçavkirin, piştî karûbarên fermî yên li Midûriyeta Polîsan ya navçeyê vê sibehê derxistin dozgeriyê. Piştî îfade hatin girtin Cengîz serbest hate berdan.