Serokê BDP'ê yê Cizîrê hate binçavkirin
Serokê BDP'ê yê Cizîrê hate binçavkirin
Serokê BDP'ê yê Cizîrê hate binçavkirin
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Mehmeta Ata Bîlen hate binçavkirin.
Li navçeya Cizîr ya Şirnexê, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Ata Bîlen hate binçavkirin. Danê nîvro flamayên kesk, sor û zer li ser avahiya BDP'a Cizîrê hatin daliqandin. Piştî demek kin bi ser de derbas bû, polîs hatin avahiya BDP'ê û bi hinceta filamayan Serokê Rêxistinê Bîlen binçav kirin. Li gel Bîlen, polîsan pankarta mezin ya li ser avahiya BDP'ê hatiye daliqandin jî bi xwe re birin.
Hate hînbûn ku, Bîlen ji bo îfadeya wî bê girtin, birine Midûriyeta Polîsan ya Cizîrê.