Serokê berê yê Odeya Tabîban a Şirnexê yê xwe kuşt, hat veşartin

Serokê berê yê Odeya Tabîban a Şirnexê yê xwe kuşt, hat veşartin

Serokê berê yê Odeya Tabîban a Şirnexê û Serhekîmê berê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê Dr. Îsmaîl Vesek, ku li mala xwe ya li navçeya Şirnex Cizîrê bi debanceya xwe dawî li jiyana xwe anî, hat veşartin.

Cenazeyê Dr. Îsmaîl Vesek ku êvara 6'ê Kanûnê ji ber sedemeke ne diyar li mala xwe ya li Taxa Şah dawî li jiyana xwe anî, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya li Amedê, anîn Cizîrê.

Piştî nimêja li Mizgefa Ûlû ya Cizîrê cenazeyê Vesek li Goristana Asrî hat veşartin.

Serokê berê yê Odeya Tabîban a Şirnexê Vesek nêzî 10 salan li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê wezîfeyên Serhekîmî û Alîkariya Serhekîmî kiribû.