Serokê berê yê Rêxistina BDP’ê ya Farqînê hat binçavkirin
Serokê berê yê Rêxistina BDP’ê ya Farqînê hat binçavkirin
Serokê berê yê Rêxistina BDP’ê ya Farqînê hat binçavkirin
Serokê berê yê Rêxistina BDP’ê ya navçeya Farqînê Abdullah Afratun hate binçavkirin. Hat hînbûn ku Afratun yê ku di encama serdegirtina mala xwe hat binçavkirin, derb lê hatiye xistin.
Mala Serokê berê yê Rêxistina BDP’ê ya navçeya Farqînê Abdullah Afratun ya li Taxa Îpik ya navçeya Yenişehîr a Amedê di saetên nîvro de rastî serdegirtina polîsan hat. Hat hînbûn ku Afratun ji ber “ di lêpirsîna çerçeveya doza Bingehîn a KCK’ê û cezayê wî yê hatiye erê kirin de” hatiye binçavkirin.
Dema ku polîsan bi şêweyekî Afratun derb kirin û bê pêlav xwestin bixin binçavan, dema malbatê nerazîbûn nîşanda polîsan gule berdan hewayê. Afratun yê ku hate binçav kirin hate şandina Şubeya Tekoşîna bi Terorê ya Rêveberiya Parastinê a Amedê.