Serokê CHP’yî yê berê tevlî BDP’ê bû

Serokê CHP’yî yê berê tevlî BDP’ê bû

Serokê Şaredarê Westanê yê berê Faîk Tan tevlî BDP’ê bû.Tan got: “ Partî Kar bide min yan jî nede min, ez soz didim  li pey rêya têkoşîna Rêber Apo bi çim.”

Rêxistina BDP’ê ya Westanê bi civînekê starta hilbijartinên sala 2014’an li Navenda Perwerdeya Gel da. Di civînê de namzetên namzetan derketin li ser dikê û sozdan ku eger erk bidin wan yan jî nedin wan jî wê di rêya têkoşîna gelê kurd de xebatê bikin.

Di civînê de Faîk Tanê Ku di salên  1989-1994 û1999-2004’an de serokê şaredariya Westanê kirî ji CHP’ê îstifa kir derbasî BDP’ê bû.

 Tanê ku qeyda xwe ya endamtiya BDP’ê çêkirî û daxuyanî dayî, bi bîrxist ku wî du deman serokê şaredariya Westanê kiriye. Tan destnîşan kir ku di CHP’ê karkirin  ‘li himber gel şaşiye’ û da diyarkirin ku wî du deman serokê şaredariyê kiriye lê belê qet rê nedaye ku dizî bê kirin û heya niha ji kiriya de jiyan dike. Tan da diyar kirin ku ew bi rihê 89’an namzetê namzetane û got: “ Partî erk bidin min, yan jî nedin min, ez soz didim ku li ser  rêya Rêber Apo têkoşîna bidim meşandin.”

Beşdarbûna Tan ya li nav  BDP’ê di salonê de bi çepikan hat pêşwazî kirin.