Serokê Îstîxbarata Leşkerî ya Dêra Zorê Cami hate kuştin

Serokê Îstîxbarata Leşkerî ya Dêra Zorê Cami hate kuştin

Serokê Îstixbarata Leşkerî ya Dêra Zorê lîWai Cami Cami hate kuştin.

Ajansa Fermî Sana ya Sûriyê diyar kir ku endamê Îstixbarata Leşkerî ya Sûriyê Lîwaî Cami Cami dema li ser karê xwe bû li Dêra Zorê hatiye kuştin.

Lê di nûçeya Sana de nehat diyarkirin ka Camî çawa û di kîjan şerî de hatiye kuştin.

Camî Camî yek ji fermandarên payebilind ê Îstixbarata Sûriyê bû û gelek berpirsyariyên payebilind di dewletê de girtibûn.

Herî dawî jî bû serokê Îstixbarata Leşkerî ya Dêra Zorê.

Camî di wezîfedariya xwe de herî zêde li Lubnanê kar daye meşandin.