Serokê Meclîsa Eşrefiyê ya Efrînê Beyrem jiyana xwe jidest da
Serokê Meclîsa Eşrefiyê ya Efrînê Beyrem jiyana xwe jidest da
Serokê Meclîsa Eşrefiyê ya Efrînê Beyrem jiyana xwe jidest da
Serokê Meclîsa Gel a Taxa Eşrefiyê ya Efrînê Hisên Beyrem di 78 saliya xwe de qirîza dil derbas kir û di encamê de jiyana xwe jidest da.
Duh di saetên êvarê de Serokê Meclîsa Taxa Eşrefiyê ya Efrînê Hisên Beyrem yê 78 salî qirîza dil derbas kir û di encamê de jiyana xwe jidest da. Cenazeyê Beyrem ji aliyê sedan kesî ve li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya Şera hate definkirin. Di merasîma definkirinê de li ser navê sazî û meclîsên Efrînê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hate kişandina ser keda Beyrem a dem dirêj a di berxwedana azadiyê de.
Hisên Beyrem di sala 1935’an de li gundê Keylan a Efrînê jidayîbû ye. Hisên Beyrem di sala 1988’an de tevgera azadiya gelê Kurdistanê nas kiriye û heta dawiya jiyana xwe di nava kar û xebatê de bi awayekî çalak cih girt.