Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schulz, ragihand ku Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu pêngavek neavêtiye û ji ber cezayê li Parlementera Kurd a Amedê Leyla Zana hat birîn, Tirkiyeyê bi zimanek tund rexne kir.
Schulz ji yek ji rojnamevanên navdar ên Almanyayê Der Tagesspiegel re axivî û diyar kir kul i Tirkiyeyê westandinek a reforman a ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê heye. Schulz got ku ev yek bi westandina berfirehbûnê ya li welatên Ewropayê re dibe yek û diyar kir ku ew bawer nake ku li Franseyê guhertina hikûmetê guhertinek zêde çêbike.
Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schulz, ragihand ku Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu pêngavek neavêtiye û ji ber cezayê li Parlementera Kurd a Amedê Leyla Zana hat birîn, Tirkiyeyê bi zimanek tund rexne kir.
Schulz got; “Îro jî li Tirkiyeyê 10 sal cezayê girtîgehê li parêzvana mafên welatiyên Kurd ên li Tirkiyeyê, parlementer û xwediya xelata Saharovê Leyla Zanayê hat birîn. Ez vê bi aşkereyî dibêjim. Yekitiya Ewropa (YE) û beriya her tiştê jî Parlementoya Ewropa (PE) dê bi baldariyeke mezin vê dozê bişopîne.”