Serokê PEN’ê: Qanûn nahêle şer bi dawî bibe

Serokê PEN’ê: Qanûn nahêle şer bi dawî bibe

Serokê Kuluba Nivîskarên Navnetewî (PEN) John Ralston Saul diyar kir ku bûyerên niha li Tirkiyeyê diqewimîn salên reş û tarî yên 90’an tîne hişê mirovan û diyar kir ku niha jî binpêkirin hene. Saul Qanûna Têkoşîna bi Terorê re rexne kir û diyar kir ku ev qanûn nahêle şer bi dawî bibe.

John Ralston Saul ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û bal kişand ser pirsgirêkên di qada azadiya ramanê ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku Qanûna Têkoşîna bi Berorê re bi pir berfireh eû ji bo şîroveyan vekirî ye. Saul anî ziman ku qanûn ji xwendekaran bigire heta siyasetmedar û heta li hemberî polîs û dadgerên xwe jî dikarin bi kar bînin.

Saul diyar kir ku tu wateya polîtîkayên alîgirê şer û ewlehiyê ne tune û banga bidawîkirina şer kir. Saul got şer bi şer nayê qedandin.

TIRKIYE BERBI XETEREYÊ VE DIÇE

Serokê PEN’ê John Ralston Saul ragihand ku rewşa Tirkiyeyê salên 90’î tîne hişê mirovan û diyar kir ku hejmara girtiyan her roj zêdetir dibe. Saul da zanîn ku li Tirkiyeyê her roj hejmara girtiyan zêde dibe û her ku diçe Tirkiye berbi xeteriyê ve diçe.

Saul wiha got: “Pirsgirêkên der barê azadiya ramanê de pir zêde ne zehmet e. Bi hinek sererastkirinên qanûnî dê çareser bibin. Ligel sererastkirinên gelek biçûk hikûmet tiştekî nake.”