Serokê Rêxistina BDP'ê ya Gundikê Mele hat binçavkirin
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Gundikê Mele hat binçavkirin
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Gundikê Mele hat binçavkirin
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajarokê Gundikê Mele Osman Sîdar, îro danê sibê di encama serdegirtinê de li mala xwe hat binçavkirin.
Li bajarokê Gundikê Mele yê ser bi navenda Şirnexê, hejmareke zêde polîs û leşkerên Tirk îro danê sibê avêtin ser mala Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajarok Osman Sîdar.
Serdegirtin saet li dora 05.30 de pêk hat û di encama lêgerîneke demdirêj a li malê de Sîdar hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Sîdar nehat zanîn. Lê belê hat hînbûn ku destên Sîdar kelepçe kirine, destpêkê birine Nexweşxaneya Dewlete ya Şirnexê, ji wir jî birine Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Şirnexê.