Serokwezîrê Etîyopya Zenawî mir

Serokwezîrê Etîyopya Zenawî mir

Serokwezîrê Etîyopyayê Meles Zenawî ji ber nexweşiya ku bi hefteyan berdewam dike de di 57 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Serokwezîr Zenawî di meha tîrmehê de rakiribûn nexweşxaneyê û tu daxuyaniyek der barê nexweşiya wî de nehat dayîn.

Spekulasyona der barê nexweşiya Meles Zenawî de, piştî ku beşdarî civîna Yekitiya Efrîka ya li Addis Ababayê pêk hat nebû, dest pê kirin.

Meles, di sala 1991’ê de weke rêberê tevgera gerîlayan rêveberiya Mengistu Haile Mariamê têk bir û piştre hatibû ser desthilatiyê. Zenawî heta sala 1995’ê serokkomartiyê kir û piştre bû Serokwezîrê Etîyopyayê.