Sersarî Halîl Guneş gav bi gav dibe mirinê
Sersarî Halîl Guneş gav bi gav dibe mirinê
Sersarî Halîl Guneş gav bi gav dibe mirinê
Tenduristiya girtiyê siyasî Halîl Guneş ku 21 salin girtîye û niha li Girtîgeha Tipa D a Amedê dimîne, roj bi roj xera dibe. Ji ber sersariya rayedarên hikûmetê, rewşa Guneş giran dibe û li gel vê yekê serbest nayê berdan. Doktoran anin ziman ku êdî bedena wî tedawiya Radyoterapiyê ranake û dema dermankirina Kemoterapiyê pêk tînin ji bêvil, dev û îdrara wî xwîn tê.
Halîl Guneş 21 salin ji doza PKK'ê girtî ye. Niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne. Halîl Guneş ê 46 salî neviyê emrê wî di girtîgehê de derbas bûn û demek dirêje nexweşe. Ji ber ku nayê berdan û di nava şert û mercên giran de tê dermankirin roj bi roj nêzî sînorê mirinê dibe. Li gorî rapora Nexweşxaneya Perwerdehî û lêkolînê Guneş nikare di girtîgehê de bimîne. Rapora "Guneş di şertê girtîgehê de nikare bimîne" girtiye. Lê li gel rapora nexweşxaneyê jî dîsa Guneş nayê berdan. Doktoran diyar kirin ku diyar kirin ku li şûna piştî 29'ê Kanûnê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê diyar kir ku diviya bû dest bi pêkanînên Radyoterapiyê bikirana, lê ji ber rewşa wî giran bûye biryara tedawiya Kemoterapiyê girtine.
JI DEV Û BÊVILA GUNEŞ XWÎN TÊ
Doktoran anîn ziman ku êdî Guneş tedawiya Radyoterapiyê nagire û ji ber vê yekê biryara tedawiya kemoterapiyê girtine. Doktoran, da zanin ku ji ber tedawiyê qebûl nake êdî ji dev bêvil û îdrara wî xwîn tê. Doktoran, anîn ziman ku di 20 rojên dawî de 7 kilo daye û bi xwarina mamaya zarokan xwedî dibe. Doktoran, da zanîn ku divê Guneş di nava şert û mercên taybet de bê dermankirin û wiha got: "Lê ji ber şert û mercên giran sibê bi ambulansê tînin nexweşxwaneyê û êvarî dibin Girtîgehê. Herî dawî li Saziya Tipa Edlî dan. Lê dosya wî li holê maye.
Doktoran, anîn ziman ku Guneş, herî dawî di 10'ê Tîrmehê de jî ji sînga xwe ya çepê û ji serê xwe operasyon derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Tîpê ya Dîcleyê.
Halîl Guneş, li gorî rapora ÎHD'ê di nava 164 kesên rewşa wan giran de cih digire û divê bi lezgîn di nava şert û mercên taybet de bê dermankirin.