Şervan Muslim li Viyana hate bi bîr anîn

Şervan Muslim li Viyana hate bi bîr anîn

Şervanê YPG’ê Şervan Muslim li paytexta Awûstûrya Viyanayê hate bibîr anîn.

Şervanê YPG’ê û kurê hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi navê Şervan Muslim ku di pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û komên çete yên girêdayî El Nûsra de jiyana xwe ji dest dabû, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi merasîmekî hate bi bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ve hat amadekirin. Di merasîma bîranînê de mirovên Şervan Muslum Dr. Mustefa Muslim, Dr. Ezat Afandî û Dr. Mahmud Afandî beşdarî têde kirin. 

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, axaftina destpêkê ji aliyê nûnerê PYD’ê yê li Awûstûryayê ve hate kirin. Li ser navê malbatê jî her yek ji mirovên Muslim axaftin kirin û sînevîzyon hate nîşandan. Di dawiyê de jî kesên amadekar sersaxî li mirovên Muslim kirin û merasîm bi dawî bû.