Şervanê YGP’ê Mihemed Emûnî spartin axê
Şervanê YGP’ê Mihemed Emûnî spartin axê
Şervanê YGP’ê Mihemed Emûnî spartin axê
Cenazeyê şervanê Yekineyên Parastina Gel (YPG) Mihemed Emûnî yê di şerê gundê Qestel Cindo ê giridayê navçeya Şera a Efrînê jiyana xwe ji dest dabû bi beşdarbûna hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Refîq ya gundê Metîna spartin axê.
Şervanê YPG’ê Mihemed Emûnî yê di şerê gundê Qestel Cindo ê giridayê navçeya Şera a Efrînê jiyana xwe ji dest dabû bi beşdarbûna hezaran kesî ve li pêşiya Saziya Malbatên Şehîd merasîmek hate lidar xistin. Cenazeye şervanê YPG’ê piştî merasîmê ber karwanek wesayîtan ber bi goristana Şehîd Refîq ya li gundê Metîna yê navçeya Şera bi rêket. Li vir li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan li ser têkoşîna gelê Kurd û êrîşên komên çeteyan axaftin hatin kirin. Di dawî axiftinan de cenazeyê Emûnî bi tilîliyan li axê hate spartin.
Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye.
Nav: Mihemed Emûnî
Bav: Welîd
Dayîk: Fîdan
Cihê ji dayîkbûnê: Qestel Cindo
Cihê lê şehîd bûye: Qestel Cindo