Şervanê YPG'ê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Şervanê YPG'ê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Şervanê YPG'ê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Elî Reşo yê bi nasnav Rênas ku di 9'ê Kanûna 2013'an de di pevçûnên li derdora gundê Dêwa yê navçeya Cindirêsa Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê sedan kesan ve bi merasîmekê ber bi rêwitiya dawî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Elî Reşo ku di şerê bi çeteyan re de jiyana xwe jidest dabû, îro ji Navenda Saziya Malbetên Şehîdan a bajarê Efrînê ji aliyê sedan kesan ve hate wergirtin. Cenaze piştre bi karwanekî tirimpêlan birin Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsa Efrînê.
Piştî ku karwan gihîşt goristanê merasîma leşkerî hate lidarxistin. Di merasîma ku diruşmên "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Şehîd namirin" hatin qêrîn û wêneyên şervan Rênas û alên kurdî hatin vekirin de, li ser navê YPG, TEV-DEM'ê û Saziya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku di avakirina civakek azad û demokrasiyê de têkoşerên azadiyê yên jiyana xwe jidest didin rola sereke dilîzin ji ber wê jî pêwiste rêya wan bê şopandin.
Piştî axaftinan cenazeyê Elî Reşo di nava tîliliyên dayikan de spartin axê.