Şervanê YPG'ê Dilxwaz Efrîn jiyana xwe ji dest da

Şervanê YPG'ê Dilxwaz Efrîn jiyana xwe ji dest da

Li gundê Basofan ê navçeya Şêrawa ya Efrînê  şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dilxwaz Efrîn bi guleya komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El- Nusra jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kirin ku duh êvarê li gundê Basofan ê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê şervanê YPG'ê  Dilxwaz Efrîn jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyan diyar kir ku Dilxwaz Efrîn bi guleya segvanên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/Eniya El- Nusra ku berî sê rojan êrîşî gund Basofanê kiribûn û di encama bersivadayîna şervanên YPG'ê de xwe paşde kişandibûn, jiyana xwe ji dest daye.

Saziya Malbarên Şehîdan jî diyar kir ku cenazeyê şervanê YPG'ê Dilxwaz Efrîn dê li Goristana Şehîd Seydo ya li nevçeya Cindrêsê bê definkirin.

Saziyê diyar kir ku merasîma cenaze dê îro di Saet 17.00’an de li pêşiya navenda saziyê destpê bikê û piştre jî cenaze bibin goristanê.