Şervanê YPG’ê Dogan li Wêranşarê hat definkirin
Şervanê YPG’ê Dogan li Wêranşarê hat definkirin
Şervanê YPG’ê Dogan li Wêranşarê hat definkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Halît Dogan (Delîl Bagok) ê li bajarê Qamişlo yê Rojava di şerekî bi çeteyên DAIŞ re jiyana xwe ji dest da li Wêranşarê li gel tilîlî û dirûşmayan hat definkirin. Cenazeyê Dogan 3 km li ser milan hat hilgirtin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Halît Dogan (Delîl Bagok) ê dî 16’ê Îlonê li bajarê Qamişlo yê Rojava di şerekî li hemberî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, piştî ji Saziya Tipa Edlî ya Amedê hat girtin anîn gundê lê ji dayik bûye Demîrlî yê girêdayî Dêrika Çiyayê Mazî ya Merdînê. Ji bo taziyeya Dogan a li Demîrliyê 4 kon hatin vedan. Di konan de wêneyên şervanên YPG û YPJ’ê yên di heman şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Di her cihê cenaze têre derbas bû esnafan dukanên xwe girtin û bi rêzgirtinê pêşwazî kirin. Cenazeyê Dogan piştî ji wesayîtê hat daxistin 3 km li ser milan hat hilgirtin û anîn goristana Şaredariya Wêranşarê. Piştî pêkanîna wecîbeyên olî yên li vir cenazeyê Dogan li gel tilîlî û dirûşmaya “Şehîd namirin” hat definkirin.

Di merasîmê de nûnerê Meya Der ê Wêranşarê Eshet Dîken ku axivî got: “Heval Xalit ji bo gelê Kurd bi salan têkoşîn meşand û herî dawî dî şerekî li Qamişlo de jiyana xwe ji dest da. Bila ev ji bo me bibe mînak, li ku derê xaka Kurdan hebe divê em ji bo wê têkoşînê bidin.”
Serokê Navçê yê DBP’ê Halîs Aktaş jî got ku di dîroka Kurdan de ti carî şelandin û êrîş çênebûye, Kurdan ti carî êrîşî ser xaka kesekî din nekirine, lê dema mijar dibe xaka Kurdan, em ê bi hemû hebûna xwe li hember êrîşan têbikoşin.
Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cin jî got: “Xalit hevalê min ê xebatê bû. Wî ji bo Wêranşarê xebat meşandin. Ev bes nedît çû Rojava û li wir di şerekî de jiyana xwe ji dest da. Gelê Wêranşarê bi wî çiqas serbilind be kêm e.”

Birayê şervanê YPG’ê Halît Dogan, Hasan Dogan jî wiha got: “Ez spasiya gelê me dikim. Xwedî li şehîdê xwe derket. Em bi tenê nehiştin. Hûn gelekî sax bin.”
Piştî axaftinan ciwanan li goristanê sirûda Çerxa Şoreşê gotin. Piştre gel bi dirûşmayan ji goristanê veqetiyan.
