Şervanê YPG’ê Egîd ji aliyê hezaran ve hate oxir kirin
Şervanê YPG’ê Egîd ji aliyê hezaran ve hate oxir kirin
Şervanê YPG’ê Egîd ji aliyê hezaran ve hate oxir kirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdela Hesen ê bi nasnav Egîd ku beriya mehekê di pevçûnên li derdora gundê Qestel Cindo birîndar bibû û roja 6'ê Mijdarê de jiyana xwe jidest da, ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdela Hesen ê bi nasnav Egîd ku beriya mehekê di pevçûnên li derdora gundê Qestel Cindo yê Efrînê birîndar bibû û roja 6'ê Mijdarê de jiyana xwe jidest da. Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdela Hesen ê bi nasnav Egîd birin Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê, li vir ji aliyê hezaran kesî ve hate wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve hate birêkirin.
Piştî karwanê cenaze gihîşt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) axaftin hatin kirin. Di axaftinan de şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û rola şehîdan a avakirina civak û welatan de hate bibîr xistin.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdela Hesen ê bi nasnav Egîd bi diurşme û tilîliyan spartin axê.