Şervanê YPG\\\'ê Ferhad Elî Qewas spartin axê

Şervanê YPG\\\'ê Ferhad Elî Qewas spartin axê

Li Dirbêsiyê bi merasîmeke girseyî şervanê YPG\\\'ê Ferhad Elî Qewas ku di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû spartin axê. Endama Desteya Bilind a Kurd (DBK) Îlham Ehmed axivî û bal kişand ku li Rojavayê Kurdistanê gelek komên çekdar ên Kurdan hatine avakirin, lê îro li Serêkaniyê tenê YPG’ê heye û pirsa “Gelo ev hêzên Kurdan li kû ne?” pirsî.

Duh di saetên sibê de bi hezaran Kurdistanî li ber morga Dirbêsiyê ku cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ferhad Elî Qewas têde bû kom bûn. Piştre Kurdistaniyan cenaze li ser milan kirin û li piraniya kolanên bajarê Dirbêsiyê gerandin. Karwanê ku cenaze hilgirtibû dirûşimên ku berxwedana şervanên YPG\\\'ê silav dikirin, “şehîd namirin” tevî tiîliyên dayikan qêriyan. Her wiha wêneyên şervanê YPG\\\'ê Ferhad Elî Qewas û sembol û alên kurdî ji aliyê gel ve hatin hilgirtin.

Piştî ku karwanê cenaze gihişte xaçeriya Serêkaniyê- Dirbêsiyê li wir merasîmeke bi heybet hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Mallbatê Şehîdan Mihemed Xetîb axivî û diyar kir ku ne bi berxwedana şehîdan ba tu carî ew nikarîbûn ji siyasetên dijminan û çeteyan rizgar bibûna. Her wiha Xetîb da zanîn ku ne tesadif e ku li Parîsê komkujî li dijî siyasetmedarên kurd pêk hat, di heman demê de şer û pevçûn li ser gelê kurd li hemû aliyên Kurdistanê pêk tên. Xetîb destnîşan kir ku ev êrîşên li dijî gelê kurd pêk tên encama pîlaneke berfireh ku gelek hêz cihê xwe nav de digirin pêk tê.

Piştre Endama Desteya Kurd a Bilind (DBK) Îlham Ehmed jî axivî û da zanîn ku berxwedana li Serêkaniyê ji aliyê şervanên YPG\\\'ê pêktên wê di dîroka gelê kurd de bimîne. Her wiha Ehmed hemû şehîdên ku di berxwedana li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û da zanîn ku ne tesadif e ku êrîşa wan li ser Serêkaniyê di dema ku şervanên YPG\\\'ê leşkerên Sûriyeyê li gundê Girzîro dorpêç kiribûn de pêk hat û got: “Planên wan aşkere ne, ji bo gelê Kurd winda bike, rêjîma Bass destek bikin. Bila baş bizanin planên wan li hember vîna gelê me bi ser nakevin.” Îlham Ehmed bal kişand ku li Rojavayê Kurdistanê gelek komên çekdar ên Kurdan hatine avakirin, lê îro li Serêkaniyê tenê YPG’ê heye û pirsa “Gelo ev hêzên Kurdan li kû ne?” pirsî.

Piştî Îlham Ehmed Serokê Meclisa Gel a Dirbêsiyê Rûstem Bekir axivî û bang li hemû gelê kurd kir ku di van demên dîrokî de yekitiya xurtir bike. Bekir berxwedana YPG\\\'ê li Girîzîro û Serêkaniyê silav kir û sersaxî ji malbata şervanê YPG\\\'ê Ferhad Qewas re xwest.

Piştre gontina herî bi bandor û hestyar ku ji aliyê bavê şervanê YPG\\\'ê Ferhad Ehmed Qewas. Di axaftinê de bavê şervanê YPG\\\'ê got:\\\'\\\'Em bi Ferhad serbilind in ku di riya azadiyê û berxwedanê de jiyana xwe ji dest da, Ferhad ne kurê malbatê tenê ye Ferhad kur û birayê  her kurdekî bi rumet e.\\\'\\\'

Li ser navê Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê Mehmûd Osê axivî û banga yekîtiyê li hêz û partiyên kurd kir ku xwedî li nirxên şehîdan derkevin. Her wiha Osê da zanîn ku bi berxwedana şehîdan gelê kurd destkeftiyên azadiyê bi dest xistine.

Piştî ku merasîm bi dawî bû girseya gel darbesta şervanê YPG\\\'ê Ferhad Elî Qewas bi karwaneke wesayitan  ber bi Goristana  Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi rê kirin. Li goristana Şehîd Rûstem Cûdî şervanê YPG\\\'ê Ferhad Elî Qewas spartin axê.

Şervanê YPG\\\'ê Ferhad Elî Qewas di 1992 li bajarê Serêkaniyê ji dayik bûye û di şerê li Serêkniyê di navbera YPG\\\'ê û komên çete ku girêdayî Newaf Raxib Elbeşîr ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê destekkirin ve di 17\\\'ê çilê 2013 jiyana xwe ji dest da.