Şervanê YPG'ê Hisên Erebo li Dirbesiyê spartin axê

Şervanê YPG'ê Hisên Erebo li Dirbesiyê spartin axê

Li Dirbêsiyê, hezaran kesî cenazeyê şervanê YPG'ê Hisên Erebo yê ku li ser peywirê xwe bi kirîza dil jiyana xwe ji dest da bû spartin axê.

Bi hezara kes di saetên sibê de li ber ocaxa tenduristiyê ya bajarê Dirbêsiyê kom bibûn, cenazeyê Erebo bi karwanekî li nava kolanên bajêr hate gerandin. Karwanê welatiyan li qada şehîdan rawestiyan û li wir merasîm hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ekrem Mihemed Emîn axivî û bixêrhatina beşdaran kir û diyar ku Hisên her dem hewldaye ku di xizmeta gelê xwe de.

Piştî Emîn li ser navê malbata şervanê YPG'ê Hisên, Ebdilîlah Erebo axivî û got: '' Şehîd ne yê me tenê ye, şehîd şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye, me bi ked û xwîna şehîdan roja îro jiyaye, bi xwîna şehîdan encex em karibin azad bijîn.'' Di dawiya axaftina xwe de Erebo bang li hemû partiyên kurd kir ku xwe dî li xwîna şehîdan derkevin û hêza xwe bikin yek.

Endamê Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) Hozan Elî jî diyar kir ku ciyê herî pîroz yê şehîdan û di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Hisên tevî ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn û bavê 5 zarokan bû, lê car din dest ji peywirên xwe berneda û karê xwe yê parastinê dikir.

Piştî Elî peyama Serokê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûryê(PDPKS)Hemîd Derwîş ji aliyê parêzer Cîlan Oskar ve hate xwendin. Piştî ku merasîm bi dawî bû cenaze bi karwaneke wesayitan ber bi gundê Melk rêkirin, piştî nerîna dawî karwan berê xwe da gundê Berkevirê û li goristan Şehîd Rustem Cûdî ji aliyê hezaran kesî ve spartin axê.

Şervanê YPG'ê Hisên Ebdilezîz Erebo li gundê Melek a Dirbêsiyê ji dayik bûye, zewicî ye  û bavê 5 zarokan e.