Şervanê YPG’ê Kemal Efrîn spartin axê
Şervanê YPG’ê Kemal Efrîn spartin axê
Şervanê YPG’ê Kemal Efrîn spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Kemal Efrîn ku di pevçûnên li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawaya Efrînê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê hate defnkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Kemal Efrîn ku roja 11`ê Tebaxê di şerê li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Seydo li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hate defnkirin.
Bi hezaran welatiyên ku li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê kombûn cenaze wergirtin û bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Seydo li navçeya Cindirêsê. Bi sedan welatiyên Cindirêsê cenaze pêşwazî kirin û bi dirûşmayan li nava kolanên bajêr gerandin. Cenazeyê Kemal Efrîn birin goristanê û li wir merasîma leşkerî hate lidarxistin. Piştî merasîma leşkerî, fermandarê YPG'ê Welat Ehmed derbarê kurtejiyana Kemal Efrîn de axivî.
Di merasîmê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Gulê Ehmed, li ser navê Saziya Malbatên Saziya Şehîdan jî Brahîm axivîn. Di axaftinan de cangoriyên di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û hate gotin ku wê gelê Kurd têkoşînê li ser bîranîna têkoşerên xwe bilind bike.
Piştî merasîmê cenazeyê Kemal Efrîn bi dirûşmayan spartin axê.