Şervanê YPG'ê Newroz hate definkirin

Şervanê YPG'ê Newroz hate definkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Newroz Mihemed Seîd li Tirbespiyê ji aliyê sedan kesî ve bi merasimekê hate definkirin.

Şervanê YPG'ê Newroz Mihemed Seîd li Hesekê di encama qezayekê de jiyana xwe jidest da. Cenazeyê şervanê YPG'ê Newroz Mihemed Seîd ji Hesekê ber bi cihê lê ji dayik bûyî Tirbespiyê ve hate oxir kirin, tevî barana dijwar jî  bi sedan kes li ser rêya ketina bajêr ya rojavayê Tirbespiyê ji bo pêşwazîkirina cenaza kombibûn. Dema cenaze gihişte Tirbespiyê ji aliyê welatiyan ve, ji bo dîtina malbatê ya dawî ber bi malê ve hete birêkirin, piştî dîtina malbatê ya dawî welatiyan cenaze bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristan Şehîdan a li gundê Doko ve oxir kirin, li vir merasîm hate lidarxistin.

Di merasîmê de Serokê Meclîsa Gel a Tirbespiyê Nûre Eldîn Şakir axiftinek kir û sersaxî ji gelê Kurd û malbata Newroz  re xwest, Şakir da zanîn ku Newroz tevî kerwanê şehîdan bûye. Piştî merasimê welatiyan cenaze danîn ser milan û bi sloganên ''Şehîd namirin'' cenaze li kêleka şervanê Kurd Ebdilhemîd ê ku di nava tevgera azadiya kurdistanê de jiyana xwe jidest dabû defin kirin.

Şervanê YPG'ê Newroz Mihemed Seîd di sala 1986'an de li Tirbespiyê jidayik bûye û tevî malbata xwe li Hesekê rûdinişt, beriya salekê tevlî nava refên YPG'ê bibû.